Piştî nuqteya Morik artêşa Tirk amadekariya valakirina nuqteya Şêr Mixar dike

SOHR`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya valakirina nuqteya xwe li Şêr Mexar a çiyayê Şehşebo li bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê bi cih bûne, dike.

Piştî nuqteya Morik artêşa Tirk amadekariya valakirina nuqteya Şêr Mixar dike
29 cotmeh, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR'ê diyar kir ku dewleta Tirk amadekariya valakirina  nuqteya 11'an a li gundê Şêr Mixarê yê çiyayê Şehşebo li bakurê rojavayê Hemayê dike.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya civîna sêalî ya Astanayê de û li gorî peymana  bi Rûsya û Îranê re hêzên xwe di 14 Hezîrana 2018'an de li Şêr Mexar bi cih kirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker di 19'ê Cotmehê de dest bi vekirin û veguhastina amûrên mezin ên cabilxaneyê ji nuqteya 9'an a li Morikê kir.

Li gel amadekariyan valakirina nuqteyê, dewleta Tirk veguhastina çek û leşkerên ber bi Sûriyê ve didomîne.

SOHR'ê jî piştrast kir ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk ku ji 25 wesayîtên leşkerî û lojîstîk pêk tê, di deriyê sînor Kefer Losîn re li bakurê Idlibê derbasî Sûriyê bû.