Hêzên Qerebaxê balafireke bêpîlot a dewleta Tirk xiste xwarê

Hêzên parastinê yên Qerebaxê ragihand ku wan balafireke bêpîlot a dewleta Tirk ji cureya Bayraktar xistiye xwarê.

Hêzên Qerebaxê balafireke bêpîlot a dewleta Tirk xiste xwarê
29 cotmeh, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên parastinê li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir ku yekîneyên parastina asîmanî yên girêdayî artêşa parastinê balafireke din a bêpîlot (Bayraktar) xistiye xwarê.

Her wiha dan zanîn ku rewşa li eniyên pêş hîna jî tevlihev e û yekîneyên parastinê yên Ermenistanê bi awayekî jixwebawar erkên xwe yên parastinê bi cih tînin û li ser rewşa pratîkî û taktîkî di bin kontrolê de ye.