Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serlêdan kir
29 cotmeh, 2020   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di mehên Gulanê, Hezîranê û Tebaxa 2019’an de li gel muwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, hevdîtin kiribûn.