Ermenistan: Li Qerebaxê hêzên Azerbêcanê ji komên terorîst re baregehan ava dikin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê piştrast kir ku hêzên Azerbêcanê li Qerebaxê ji komên terorîst re baregehan ava dikin.

Ermenistan: Li Qerebaxê hêzên Azerbêcanê ji komên terorîst re baregehan ava dikin
29 cotmeh, 2020   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretera ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan ragihand ku agahiyên têkildarî avakirina hêzên Azerbêcanê baregehan ji komên terorîst re li ser axa ku hêzên Ermenistanê di vê dawiyê de bi awayekî taktîkî jê vekişiye, hene. 

Şuşan Stepanyan di daxuyaniyekê de ku duh li ser Telegramê weşandibû, diyar kir ku tevgera wan koman dibe ku asta rageşiyê zêde bike û ewlehiya li ser sînorên di navbera Qerebax û Ermenistanê de têk bibe. Her wiha metirsiyeke mezin li ser tevahî herêmê çêdike.

Li gel metirsiya navneteweyî ku ewlehiya li herêmê têk biçe, dewleta Tirk ji destpêka nakokiya ve li Qerebaxê di 27'ê Îlonê de bi sedan çeteyên xwe veguhastine Azerbêcanê ji bo ku li rex Azerbêcanê şer bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî duh diyar kir ku dewleta Tirk komeke nû ya çeteyên Sûriyê ku ji 300 çeteyan pêk tê, bir Azerbêcanê.