Îranê hêzên leşkerî şandin ser sînorê bi Qerebaxê re

Rayedarekî Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku yekîneyên leşkerî şandine ser sînorê nêzî herêmê şer a Qerebaxê.

Îranê hêzên leşkerî şandin ser sînorê bi Qerebaxê re
25 cotmeh, 2020   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Bejahî yên Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Bakbûr got belavkirina hêzan ji bo parastina berjewendiyên Îranê pêk hatiye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zada jî duşema derbasbûyî nerehetiya Tehranê ji şandina kesên tundraw ji Azerbêcanê re anîbû ziman û banga rêzdayîna ji Azerbêcanê û Ermenistanê ji qanûnên navneteweyî re kiribû.

(eh)