Xwendekarên ji Efrînê daxwazên ENKS`ê red kirin

Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê ji bo redkirina daxwazên ENKS`ê yên rawestandina perwerdeya bi materyalên zimanê kurdî, xwepêşandanek li dar xist.

Xwendekarên ji Efrînê daxwazên ENKS`ê red kirin
Xwendekarên ji Efrînê daxwazên ENKS`ê red kirin
Xwendekarên ji Efrînê daxwazên ENKS`ê red kirin
Xwendekarên ji Efrînê daxwazên ENKS`ê red kirin
Xwendekarên ji Efrînê daxwazên ENKS`ê red kirin
25 cotmeh, 2020   11:30
ŞEHBA

Bi sedan xwendekarên li Kampa Berxwedan dimînin û endamên Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk ên kantonên Efrîn û Şehbayê kom bûn û pankartên "Zimanê ku pêşiyên me parastiye, em ê jî biparêzin”, "Heke hûn Kurd in, hûn çima hewl didin zimanê kurdî tune bikin?”, “Yekitî bi ziman û çandê ye” û “Heger hûn kurdistanî ne, wê demê zimanê we çi ye?” rakirin.

Endama Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Şîlan Ala li ser navê xwepêşandêran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ji bo parastina zimanê dayikê berdêlên giranbuha dan û niha bi hezaran xwendekar bi zimanê kurdî dixwînin ku ev yek mafekî rewa ye û qanûnên navneteweyî binpê nake.

Di dawiya daxuyaniyê de mamoste û xwendekarên herêma Efrînê daxwazên ENKS`ê bi tundî şermezar kirin.

Xwepêşandan bi sloganên"Bijî zimanê kurdî" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA