Çeteyan karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê kir armanc

SOHR’ê diyar kir ku li Idlibê komên çeteyan karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê kir armanc û di encamê de 3 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Çeteyan karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê kir armanc
25 cotmeh, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên Odeya Fetih El-Mubîn karwanekî hêzên hikumeta Şamê dema ber bi bajarê Kefernubil ê başûrê Idlibê ve diçû, kir armanc.

SHOR`ê diyar kir ku di encama hedefgirtinê de 3 endamên  hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.

 (eh)