Fransa agirbesta li Lîbyayê erênî nirxand

Parîsê îmzekirina peymana agirbesta domdar li Lîbyayê erênî nirxand û tekezî bi derxistina çeteyan ji erdên Lîbyayê kir.

Fransa agirbesta li Lîbyayê erênî nirxand
24 cotmeh, 2020   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Agnes von der Mol diyar kir ku peymana agirbestê gaveke girîng a ber bi Lîbyake serwer, aram û yekbûyî ve ye. Her wiha bal kişand ser rihê berpirsayriyê yê gelê Lîbyayê.

Agnes von der Mol  wiha lê zêde kir: “Ev yek bi derxistina çeteyan ji Lîbyayê, jihevxistina mîlîsan û yekbûna hemû aliyan ji bo têkoşîna li dijî terorê û rawestandina binpêkirinê qedexekirina çekan, pêkan e.”

Her wiha diyar kir ku ku Fransa pêşwaziya diyaloga siyasî ya di navbera aliyên Lîbya de li Tunisê, dike.