Rojnameyên erebî: Pêşbirka Rûsya û Îranê li Sûriyê zêde dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine pêşbirka Rûsya û Îranê li Sûriyê, destwerdana dewleta Tirk li Lîbya û aloziya Lubnanê kirin.

Rojnameyên erebî: Pêşbirka Rûsya û Îranê li Sûriyê zêde dibe
24 cotmeh, 2020   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘DÊ PÊŞBIRKA DI NAVBERA RÛSYA Û ÎRANÊ DE LI SÛRIYÊ ZÊDE BIBE’

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Sûriyê de wiha got: “Rûsya êdî dizane ku bi ajandeyên xwe ku bi Îranê re li hev nayên, rêya xwe li Sûriyê wenda dike. Kremlinê tevgerên xwe zêde kir da ku serekftina ku bi salan ji bo kar dike, wenda neke, ew jî dûrxitina Amerîka ji Rojhilata Navîn e û pêkanîna destkeftiyên siyasî, aborî û jeostratejîk ên li herêmê.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de wiha diyar kir: “Ji beriya çend mehan ve li Sûriyê şerê ajandeyan ê di navbera Rûsya ji aliyekî ve û rejima Esed û Îranê de ji aliyekî din ve, heye. Serokê Rûsya Vladimir Putin ketiye pêşbirkê da ku bibe xwediyê biryarê li Sûriyê, ku li gorî çavdêran dibe ev yek bi xwe re hesaban tev li hev bike.”

Moskov jî hewl dide guhertinên bingehîn di binesaziya dewleta Sûriyê de û sîstema desthilatê de çêbike. Nemaze di artêş û hêzên ewlehiyê de da ku hegemoniya xwe li welêt misoger bike. Şam jî hewl dide ji demê sûd bigire û heta dema hatina hilbijartinên serokatiyê yên sala bê, tiştan wekî berê bihêle.

Li aliyekî din, Îran hewl dide her tiştî wek xwe bihêle heta ku rewşa hilbijartinên Amerîkayê zelal dibe ku tê payîn di Mijdara bê de pêk bên.

Wekî tê payîn, dê pêşbirka zêde bibe û koodîneya di navbera Rûsya û Îranê de ji holê rabe û dê li benda guhertinên bingehîn bimînin. Heke qeyserê Rûsyayê yê nû mayîna li Sûriyê pejrand, dê bi hêsanî nikaribe Îranê ji Sûriyê dûr bixe.

 ‘KAZIMÎ NE BI HÊVÎ YE’

Girêdayî rewşa Iraqê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh diyar kir ku welatê wî di navbera Washington û Tehranê de nikare hevsengiyê bike û destnîşan kir ku kêmbûna derfetên kar, kêmbûna xebatên xizmetgûzariyê û gendelî dihêle ku ciwan bibin radîkal. Kazimî her wiha daxuyand ku divê ew hinekî xwe ragirin û bi pey şerê navxweyî nekevin,.”

 ‘ERKDARKIRINA HERÎRÎ GIRÊDAYÎ ARAMIYEKE HERÊMÎ YE’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Exbar wiha got: “Bi derketina biryarnameya erkdariya serok Seed Herîrî re, nîşaneyên aramiyê jî xuya kirin. Her aliyek ji ber hesabên xwe neçar dimîne ku astengiyan derbas bike û bi aliyê din re rûne.”

Rojnameyê daxuyand ku Lubnan di dawiya vê salê de dê derbasî “herêma xeternak” bibe.

Li Beyrûtê hin aliyên hundirîn dixwazin aramî pêk bê, nexasim piştî ku herêm derbasî kêmkirina rageşiyê bû.

Li Yemenê jî, agirbesteke ku nehatiye ragihandin heye ku beriya wê jî dîlgirtiyên her du aliyan pev hatibûn guhertin û balyozê nû yê Îranê Hesen Êrlo gihaştibû Senayê.

  li Iraqê, rawestandina demkî ya êrişên li dijî hêzên Amerîkayê bi şert e.

Li Sûriyê jî, artêşa Tirk ji nuqteyeke leşkerî li Hemayê vekişiya û berpirsekî Amerîkî ji bo gihîştina “peymanekê” ji bo serbestberdana rojnamevanê Amerîkî Austin Tice, serdan kir.

 ‘TIRKIYÊ HEW DIDE LIHEVKIRINA ALIYÊN LÎBYAYÊ TÊK BIBE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê û hêzên hikumeta Wîfaqê duh li Cinêvê li ser agirbesteke domdar li seranserê welêt li hev kirin. Ev yek rastî pêşwaziya aliyên herêmî û navneteweyî hat, lê dewleta Tirk hewl da vê lihevkirinê asteng bike.”

Di peymanê de li ser 12 bendan hatibû lihevkirin ku ya sereke pêkanîna agirbestê, derxistina hemû çeteyan û çekdarên biyanî di 3 mehan de, rawestandina lihevkirinên leşkerî yên girêdayî perwerdeya li Lîbyayê û avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş, bû.

(cx)