Di êrişên nû yên Talîban de 23 leşkerên Afganî hatin kuştin

Di êrişên nû yên tevgera Talîban li dijî baregeheke Artêşa Nîştimanî ya Afganistanê  li herêma Nemroz de pêk anîne, 23 leşkerên Afganî hatin kuştin.

Di êrişên nû yên Talîban de 23 leşkerên Afganî hatin kuştin
24 cotmeh, 2020   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî marpela “Voice of Amerîka”, rayedaran diyar kir ku şeva din çekdaran li dijî bargeha Artêşa Nîştimanî ya Afganistanê ya li herêma Xaşrod a girêdayî herêma Nemroz ya başûrê rojavayê welêt êrişeke mezin pêk anîn.

berpirsekî herêmê Celîl Watan Dost eşkere kir ku Talîbanê bargeh rûxand û 4 endamên Artêşa Nîştimanî ya Afganistanê dîl girtin.

Her wiha diyar kir ku hêzên hawayî ji bo tolhildanê gelek êrişên asîmanî li dijî nuqteyên “isyankaran”, pêk anîn.

 Endamên tevgera Talîban êrişî gelek nuqteyên ewlekariyê yên li wîlayeta Qendûz a bakurê welêt pêk anîn û di encamê de herî kêm 7 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn.

Berdevka polîsên herêmê ji marpelê re piştrast kir ku tevgera Talîbanê di şerê piştî êrişan de, gelek zirar dît.

Di hefteyên dawî de, di encama şerên bi Talîban re gelek endamên hêzên ewlekariya hatin kuştin.

Hemwextî rawestandina dan û standinên aştiyê yên di navbera Talîban û nûnerên hikumeta Afganistanê de ku nêzî du mehan li paytexta Qeterê dewam kirin, şerê li welêt dewam dike.