Projeya ronîkirina kolanên sereke yên Kobanê bi dawî bû

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya Herêma Firatê projeya ronîkirina 6 mezintirîn kolanên sereke li bajarê Kobanê bi dawî kir.

Projeya ronîkirina kolanên sereke yên Kobanê bi dawî bû
22 cotmeh, 2020   09:45
KOBANÊ

Ji bo ronîkirina bajêr, Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê projeya ronîkirina 6 kolanên sereke yên bajarê Kobanê bi dawî kir.

Kolanên ku hatine ronîkirin ev in; kolana Şerît Exder, kolana Stasyonê, Rêya Heleb, Kolana 24, Qada Jina Azad û Kolana 48.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê Semîr Elî girêdayî projeyê ev agahî pareve kir: “Proje ji kolana Xeta Exder dest pê kir. Tê de 17 stûnên ronîkirinê hatin bicihkirin û 11 stûnên din hatin restorekirin. Her wiha 53 çîreyên ku bi enerjiya tavê dixebitin, hatin bicihkirin.”

Semîr Elî wiha domand: “Piştî bidawîkirina xebatan li wê kolanê, me dest bi ronîkirina kolana Stasyonê, Kolana 24 û Qada Jina Azad kir. Dû wê re Kolana 48 bi dirêjahiya 2 km.”

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya Herêma Firatê ji destpêka havînê ve dest bi projeya ronîkirina kolanan, restorekirina stûnên ronîkirinê yên berê û yên di encama şerên li herêmê de xira bûne, kir.

Di dawiya 2014`an û destpêka 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir. Di encamê de bajar gelek wêran bû. Ji ber wê Rêveberiya Xweser dest bi restorekirineke giştî ji tevahiya warê xizmetguzarî li bajêr kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zPhjr_WJt2M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>