Li gundewarên Hemayê 34 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

34 leşkerên ji hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê di 48 seatên derbasbûyî de di şerê her du aliyan de li gundên rojhilata Hemayê hatin kuştin.

Li gundewarên Hemayê 34 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
22 cotmeh, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li gelek gundên rojhilatê Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê de rû da.

Şer li eniyên El-Rehcan, El-Şakosiyê û Asriye yên dawiya gundên rojhilata Hemayê rû da.

SOHR'ê encamên şerê 48 saetan ji bombebaran, topbaran û şer eşkere kir û da zanîn ku 21 leşkerên hêzên hikumetê û 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha hejmara kuştiyan zêde dibe û rewşa hin birîndaran giran e.