‘Perwerdeya bi zimanê kurdî ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa me ye, em ê wê biparêzin`

Mamosteyên zimanê kurdî yên ku di dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, destnîşan kir ku zimanê dayikê ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa Rojava ye. Mamosteyan piştrast kir ku ew daxwazên betalkirina fêrkirina bi zimanê dayikê û fêrkirina materyalên hikumeta Şamê red dikin.

‘Perwerdeya bi zimanê kurdî ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa me ye, em ê wê biparêzin`
‘Perwerdeya bi zimanê kurdî ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa me ye, em ê wê biparêzin`
‘Perwerdeya bi zimanê kurdî ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa me ye, em ê wê biparêzin`
‘Perwerdeya bi zimanê kurdî ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa me ye, em ê wê biparêzin`
‘Perwerdeya bi zimanê kurdî ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa me ye, em ê wê biparêzin`
22 cotmeh, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel berdewamkirina dan û standinên yekitiya Kurd di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, hin mijarên nakok derketin holê. ENKS ji bo berdewamkirina dan û standinan, çareserkirina wan mijaran wek şertekê nîşan dide.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl dema tev li bernameya Bûyer a kanala Ronahî TV bû, diyar kir ku ENKS perwerdeya bi zimanê kurdî û materyalên Rêveberiya Xweser a ku mafê fêrbûna her pêkhateyekê bi zimanê dayikê mîsoger dike, kiriye hincet û yekitiyê asteng dike.  Xelîl got ENKS dixwaze materyalên hikumeta Şamê li şûna yên Rêveberiya Xweser bêne bikaranîn.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ENKS’ê ku bi materyalên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîraf nekiriye, dike hincet.

Mamosteyên zimanê kurdî bersiva dan û got perwerdeya bi zimanê dayikê xewnek bû û qebûl nakin wek astengiyekê li pêşiya yekitiyê bê bikaranîn. Berovajî wê divê bibe derfetek da ku ziman were parastin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5w-MXvt_v5o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê Fadil Cawîş da xuyakirin ku hêzên hegemonîk, ji berê ve hewl didin bi tevahiya rêbazan çanda gelê Kurd qir bikin û ziman û hişmendiya xwe lê ferz bikin û fêrbûna bi zimanê dayikê qedexe dikin.

'ENKS DIXWAZE PERWERDE VEGERE BERIYA 2011`AN`

Cawîş got ji bo rûniştandina pergala perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, gelê Kurd bi hezaran şehîd dan. Da ku pergaleke demokratîk û azad ava bike, lê ENKS hewl dide rewşa perwerdeyê vegerîne beriya 2011`an, ev yek nayê qebûlkirin.

Cawîş di berdewama gotinên xwe de da zanîn ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî zimanê Tirkî ferz dike û zimanê kurdî li dibistanên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qedexe dike û wiha domand: "Tevî ku tê zanîn ku ENKS di nav opozîsyona Sûriyê de xwe wek nûnerê gelê Kurd nîşan dide û nikare rê li pêşiya dewleta Tirk bigire ku zimanê tirkî li gelê Kurd li herêmên dagirkirî ferz neke.”

‘EM DAXWAZÊN ENKS`Ê TU CARÎ QEBÛL NAKIN`

Mamoste û endama Komîteya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê Mîdye Elî diyar kir ku bi saya gelek fedakariyan û xebatên bêhempa fêrkirina bi zimanê dayikê bi pêş ket û gihaşt roja îro û wiha domand: “ENKS bi vê daxwaza xwe hewl dide destkeftiyên ku hatine bidestxistin, tune bike.”

Mîdye rave kir ku ew vê daxwazê bi tu carî qebûl nakin û wiha gotinên xwe domand: “Em vê daxwazê red dikin. Ji ber ku berhema salên bi kedên gelê herêmê ji bo vejandina zimanê kurdî ye. Şoreşa me şorşa zimanê dayikê ye. Lewra ew tunekirina şoreşa me armanc dikin. Lê bila baş bizanin ku zimanê kurdî nasname û hebûna me ye.”

Mîdye di dawiyê de bal kişand ser daxwaza ENKS`ê ji bo vegerandina materyalên rejîma Sûriyê û got ew daxwaza dijminên Kurdan e.

‘JI BO PARASTINA ZIMANÊ XWE CIWANÊN ME CANÊ XWE FEDA KIR`

Mamosteya zimanê kurdî ya Dibistana Şehîd Hogir a li bajarê Kobanê Leyla Aslan jî daxwaza ENSK`ê ji bo vegerandina materyalên hikumeta Şamê red kir û got: “Wek mamosteyên Kobanê em vê daxwazê red dikin. Em ji bilî materyala kurdî tu materyalên din qebûl nakin. Ji bo parastina zimanê dayikê ciwanên me canê xwe feda kir.”

Leyla diyar kir ku ENKS`ê bi vê daxwaza xwe, hewl dide xwe nêzî hikumeta Şamê bike û şirîka xwe ya Îtîlafa Sûriyê razî bike.

‘QEBÛL NAKIN ZAROKÊN XWE FÊRÎ ZIMANÊ DAYIKÊ BIKIN’

Mamosteya asta seretayî ya Dibistana Seqir Qureyş a li bajarê Qamişloyê Esmehan Cemîl Qeşo, daxwaza vegerandina materyalên hikumeta Şamê red kir. Her wiha Esmehan pirsî gelo çawa vegerandina materyalên hikumeta Şamê dixwazin û ew in yekemîn kesên ji bo hilweşandina rejîmê derketine û di dawiyê de got: “Hinek rayedarên ENKS`ê baş bi zimanê kurdî naaxivîn û îro jî qebûl nakin ku zarokên wan fêrî zimanê dayikê bibin.”

(şx)

ANHA