Ermenistan: Divê dewleta Tirk û Azerbêcan li pêşiya agirbestê nebin asteng

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê bang li Azerbêcan û dewleta Tirk kir ku li hemberî hewldanên navneteweyî yên ji bo agirbestê nebin asteng.

Ermenistan: Divê dewleta Tirk û Azerbêcan li pêşiya agirbestê nebin asteng
22 cotmeh, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Ermenpress, wezaretê destnîşan kir ku Azerbêcan bi hevkariya yekser a dewleta Tirk û çeteyên alîgirên wê, êrişî gelê Qerebaxê dike û wiha domand: "Ew qirkirina şêniyên resen ên li Qerebaxê armanc dikin. Ji roja destpêkê ve artêşa Tirk û terorîstan gelek sûcên şer pêk anîn û pîvanên navneteweyî binpê kirin, lewra pêwîstî bi parastina gelê Qerebaxê heye."

Wezareta Ermenistanê piştrast kir ku bê şert piştgiriya agirbesta ku ji 27`ê Cotmehê ve pêk pê, dikin.

Wezaretê di dawiyê de bang li Azerbêcanê û dewleta Tirk kir ku dev ji siyasta tawanbarkirina aliyên din berdin. Her wiha careke din piştrast kir ku rageşiya li Qerebaxê bi rêya rêbazên aştiyane di çarçoveya hewldanên Koma Minsk de çareser bibe.

(eh)