Şêniyan Eyn Îsayê: Ji ber bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk sivîlan dike hedef

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê êriş û topbarana dewleta Tirk a rojane li ser navçe û gundên wê şermezar kirin û civaka navneteweyî berpirsê vê yekê dîtin, ji ber ku rê li pêşiya van sûcan nagire û bê deng e.

Şêniyan Eyn Îsayê: Ji ber bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk sivîlan dike hedef
22 cotmeh, 2020   08:27
EYN ÎSE

Ji îna çûyî ve navçeya Eyn Îsa û gundên wê rastî topbaraneke bê ser û ber tê. Di encamê de zirar gihaşt milkê sivîlan û gelek sivîl birîndar bûn. Her wiha berbanga sibehê gelek top li kolana bakurê rojavayê navçeyê ketin. Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) jî li hemberî êrişan mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û navçe parast.

Şêniyên navçeyê ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyê bi navê Hemod Ismaîl diyar kir ku dengê topbarana dijwar a duh li ser tirs û xof kir dilê zarokan.

Îsmaîl matmayîna xwe ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên ku li dijî sivîlan têne kirin, ruxmî lihevkirina agirbestê ya ku Rûsyayê mîsogeriya wê kiriye, nîşan kir.

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Zehra Mihemed got: “Em dixwazin aramiya ku em di nav de bû, bidome. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin vê ewlehiyê bi rêya topbaranê û tirsandina şêniyan têk bibin û wan bidin koçberkirin.”

Hamod û Zehra bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bersiva bangên wan bidin da ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku êrişên li dijî herêm wan rawestînin.

Di demên dawîn de û di encama topbarana bê ser û ber de li dijî navçeyê, zarokê bi navê Hatim Zêdan (13 salî) şehîd bû.

Rûxmî ku hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê li herêmê ne, lê tu helwest li dijî van êrişan nîşan nadin. Civaka navneteweyî rûxmî ku lihevkirina agirbestê li herêmê di 17'ê Cotmeha sala borî de bi navbeynkariya Rûsya û Amerîkayê çêbû û lihevkirina agirbestê ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de di 22'yê Cotmeha sala borî de heye, tu helwest û bertek nîşan nade. Her wiha dewleta Tirk binpêkirina peymanan didomîne û bi awayekî eşkere li hember civaka navneteweyî disekine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F-xYZPR6cIs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>