Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li serdozgeriyê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan
22 cotmeh, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Bi hinceta ku 'Nexşeya Rê' li parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zêde kiriye, li rêber Abdullah Ocalan 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hatibû qedexekirin.