Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Em qebûl nakin zimanê me bikeve nava bazarên polîtîk

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê xeteke sor e û got "Em qebûl nakin ku zimanê me yê ku xewna her kurdekî welatparêz û kurdperwer bû, bikeve nav bazarên polîtîk."

Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Em qebûl nakin zimanê me bikeve nava bazarên polîtîk
22 cotmeh, 2020   08:48
QAMIŞLO 

Xwendekarên Zanîngeha Rojava îro li pêşiya avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, daxuyaniyek der barê daxwaza ENKS`ê ya rakirina materyalên kurdî û li şûna wan bikaranîna materyalên hikumeta Şamê de dan.

Di daxuyaniyê de bi dehan xwendekarên zanîngehê amade bûn.  Daxuyanî ji aliyê xwendekar Nasir Nasiro ve hat xwendin.

Xwendekaran da zanîn ku ew qebûl nakin ku zimanê wan yê ku xewna hemû Kurdên welatparêz û kurdperwer bû, bikeve nav bazarên polîtîk.

Her wiha xwendekaran got xewna wan bû ku ew serbest di welatê xwe de bijîn û di welatê xwe de zimanê xwe bixwînin, buhayê wê xewnê bi hezaran şehîd bû.

Naveroka daxuyaniya xwendekaran wiha ye:

"Berî her tiştî yên ku gelan ji hev cuda dikin û taybetmendiya wan diparêze, ziman e. Ziman nasnemeye diyarker a mirovan e, ziman hebûne resen diparêze. Ziman watedayîna jiyana birûmet dide, em jî wek gelê Kurd bi sedan salan e ku zimanê me hatibû qedexekirin û hetanî roja me ya îro jî li Bakur û Rojhilata Kurdistanê zimanê me qedexe ye ku were bikaranîn û bikaranîna zimanê kurdî wek guneh tê dîtin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji dema destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û ta îro gelek destkeftî hatin bidestxistin, zimanê kurdî jî xwedî şanseke mezin bû ku di hundirê çand salan de ziman derbasî nav hemû astên xwendinê û bi hezarên pîrtûkan pê hatin nivisandin.

Di dema dawiyê de ji gelek aliyan ve hewldanên yekrêziya partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê tên kirin. Ev jî gavekî gelek giranbuha û pîroz e, lê hin aliyan jî mercên gelek zor û zehmet datînîn li ber van hewldanan yek ji wan bend û astengan girêdayî rakirina zimanê kurdî ji nav perwerdeyê.

Em wek xwendekarên beşa Wêjeya Kurdî û Jinelojî di Zanîngeha Rojava de, ev yek tu carî napejirînin û red dikin û bi çi şêwazî be em qebûl nakin ku zimanê me yê ku xewna her Kurdekî/ê welatparêz û kurdperwer bû têkeve nav bazarên polîtîk. Em ji her kesî re dibêjin ku perwerdeya bi zimanê dayikê xeteke sor e, em nahêlên ku kes nêzî bibe.

Xewna me bû ku em serbest di welatê xwe de bijîn û di welatê xwe de zimanê xwe bixwînin, ev xewin buhya wî bi hezaran şehîd bû em jî riya şehîdên xwe berdewam dikin û em ê her û her di oxira ziman û welatê xwe bibin derwêş."

)sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5_ad62lWVs4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>