Svt: Jinên DAÎŞ’î yên Swêdê wê li Rojava bên darezandin

​​​​​​​Televîzyona Swêdê ya fermî (Svt) ragihand ku wê di meha Çile û Sibatê ya sala bê de jinên DAÎŞ’î yên Swêdî yên li kampên Rojava tên ragirtin, bêne darezandin.

Svt: Jinên DAÎŞ’î yên Swêdê wê li Rojava bên darezandin
21 cotmeh, 2020   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya ku televîzyona Svt parve kirî, heyetek ji Wezareta Karê Derve di hefteyên dawî de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, li ser rewşa jinên DAÎŞ’î yên li kampan têne ragirtin bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiyane.

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê li Swêd Şiya Alî yê di nava heyetê de cih digire, diyar kir ku pêvajoya hiqûqî ya li hember jinan hatiye destpêkirin û got: “Di meha havînê de hê zêdetir ji nêz ve li rewşa her kesî hate meyzekirin. Wê di Çile û Sibata 2021’ê de dozên derbarê jinên DAIŞ`î de bên destpêkirin.”

Ji armancên heyeta Swêdê, ew e ku wê çi bi zarokên DAÎŞ’î yên Swêdî bikin. Şiyar Alî da zanîn ku piraniya zarokan biçûk in, di mercên asayî de dikarin bijîn û ji bo vê jî divê navendên zarokan bên avakirin.

Di nûçeyê de her wiha hate gotin ku berî niha hêzên Kurd bang li welatên rojavayî kiribû ku bên DAÎŞ’iyên xwe bigirin, lê tenê hinek welatan ev banga Kurdan bi cih anî û welatiyên xwe yên DAÎŞ’î girtin.

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omer ê ji Svt’ê re axivî, destnîşan kir ku rêveberî amade ye zarokan bişîne Swêdê û got: “Lê yên li vir sûc kirine wê li vir bêne darezandin. Di vê mijarê de em û Swêd gihane yek biryarê.”

Her wiha di nûçeyê de jî hate gotin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojên borî de biryar girt ku wê 25 hezar welatiyên Sûriyê yên li kampa Holê dimînin jê derkevin.