​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike

Piştî şikandina êrişên li dijî gundewarê Eyn Îsayê vê sibehê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê kêliyan de gundê Dibis topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike
21 cotmeh, 2020   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de, bi çekên giran û moşekan gundê Dibis li gundewarê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, vê sibehê, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê Eyn Îsayê şikandin. Di encamê de li gorî agahiyan herî kêm 10 çete hatin. Her wiha di hedefgirtina navenda navçeya Eyn Îsayê du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

(şx)

ANHA