Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir

Îro Akademiya Şehîd Mehmûd Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke nû ya bi navê Şehîd Farûq Mehmûd Elî bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke din bi dawî kir
21 cotmeh, 2020   16:37
MINBIC

Di merasîma bidawîkirina dewreya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê de bi dehan şêniyên Minbic, endamên komîte, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Minbic û endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn. Dewreya ku li Akademiya Şehîd Mehmûd Elî hatiye perwerdekirin, bi navê Şehîd Farûq Mehmûd Elî bû.

Di dewreyê de 54 endam beşdar bûn, dewreya 30 rojî dom kir û tê de endaman waneyên leşkerî û îdeolojîk standin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre cîgira hevserokatiya Komîteya Hundirîn Abdulkerîm Bekar bi navê komîteyê axivî. Bekar bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir û hêvî kir ku ew li gorî barê li ser milê wan rabin, her tiştê di dewreyê de standine di xizmeta şênî, bajar û parastina ji xeteriyan de bixin pratîkê.

Ji aliyekî din ve jî endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hemadî Ezîz wiha got: "Hûn parêzvanên welat û mertalên ji bo parastina xak û gel li dijî gefên li hember ewlehî û aştiya herêmê ne. Hêviya me ji we di rêwîtiya we ya têkoşîna pîroz de serkeftin e."

Merasîm bi sonxwarina leşkerî ya endaman bi dawî bû.

(fr)

ANHA