Aldar Xelîl: ENKS li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û hevserokatiyê ye

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û hevseroktiyê derdikeve. Xelîl diyar kir ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê ji Tirkiye re, helwesta wê hatiye guhertin û daxwaza nîv-nîv dike.

Aldar Xelîl: ENKS li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û hevserokatiyê ye
21 cotmeh, 2020   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl derbarê diyaloga Kurdî- Kurdî ji Ronahî TV re axivî û destnîşan kir ku ENKS’ê li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û Hevseroktiyê derdikeve. Xelîl da zanîn ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê ji Tirkiyê re, helwesta wê hatiye guhertin û daxwaza nîv-nîv dike.

‘SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ ENCAMA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ YE’

Aldar Xelîl di hevpyevînê de got ENKS’ê ji bo razîkirina dewleta Tirk daxwaza rakirina sîstema hevserokatiyê dike û pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava piştrast kir.

‘ENKS’Ê HELWESTA XWE GUHERTIYE Û DAXWAZA NÎV-NÎV DIKE’

Xelîl di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku ENKS’ê niha daxwaza nîv-nîv dike, ev yek li dijî demokratiyê ye û neyê qebûlkirin, lewra ev yek gerantorên lihevkirinê jî mat hiştine.

‘ENKS’Ê LI GORÎ DAXWAZÊN HIN ALIYAN TEV DIGERE’

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê, guhertina helwest û biryarên ENKS’ê bi pêkanîna daxwaz û planên aliyên derve û dijmin ve girêda.