Mehcûb: Di civînên 5+5 de rola saziyên leşkerî hate nîqaşkirin

Gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya Artêşa Nîştimanî Lîbyayê efser Xalid Mehcûb got, civînên Cinêvê yên komîteya 5+5 a leşkerî bi hevdîtina yekemîn a bi rêya şandeya navneteweyî pêk hat.

Mehcûb: Di civînên 5+5 de rola saziyên leşkerî hate nîqaşkirin
19 cotmeh, 2020   17:35
QAHÎRE

Mehcûb diyar kir ku di civînê de berpirsiyariya endamên komîteyê hat eşkerekirin. Endaman niqaşên erênî der barê tevahî hûrgiliyên nexşekirina pêngavên ber bi avakirina saziyên de vekirin. Ji ber ew sazî aramî û ewlehiyê pêk tînin.

Mehcûb piştrast kir ku rêveçûna leşkerî û ewlehî ji bo lîbyayan a herî girîng e û bingeha xebata aramiya pêşerojê ye. Bi wê re jî lihevkirina rastîn çêdibe ku alozî û parçebûnê bi dawî dike. Ew jî li gorî encamnameyên kongreya Berlîn û însiyatîfa Qahîreyê ye.

Mehcûb got hêzên çekdar dê welat ji terorê paqij bikin.

(fr)