Li Girkê Legê tecrîd û dagirkerî hatin şermezarkirin

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Heftenînê hatin şermezarkirin.

Li Girkê Legê tecrîd û dagirkerî hatin şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîd û dagirkerî hatin şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîd û dagirkerî hatin şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîd û dagirkerî hatin şermezarkirin
19 cotmeh, 2020   16:29
QAMIŞLO

Bi diruşmeya "Ne ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî faşîsta Tirk re", Hêzên Parastina Civakî (HPC) li navçeya Girkê Legê meşek ji bo şeremzarkirina tecîrdkirina rêber Abdullah Ocalan, dagirkeriya dewleta Tirk a Hefftenînê û dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî yên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li pêş Peymangeha Şehîd Baz a Ziman a li Girkê Legê kom bûn, da ku beşdarî xwepêşandanê bibin.

Xwepêşandan ji pêş Peymangeha Şehîd Baz dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Em ê rihê berxwedanê bilind bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" hatin hildan. Xwepêşandêr li tevahî kolanên sereke yên bajêr gerîn. Li gel wê jî diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de hatin berzdan.

Meş li navenda Hêzên Parastina Civakî xwepêşandan veguherî mêtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Mîdya Ehmed, di şexsê şehîd Egîd Civyan de tevahî  cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Mîdya Ehmed got: "Em bi pirrengiya zimanan a li herêmên me serbilind in. Li xendekên şer xwîn li ser fikr û felsefeya rêbertî bû yek. Em şer naxwazin, em bangawazên aştiyê ye, daxwaza maf û azadiya xwe dikin."

Mîdya Ehmed wiha bi dawî kir: "Hêzên Parastina Civakî nûnertiya nirxên şoreşê dikin û bê dudilî dixebite. Ev sazî layiqî ku bibe pêşenga hemelya ne ji dagirkerî û koletiyê re. Ji ber ku nûnertiya rihê civakê bi havayna wê dike û nûnertiya destkeftiyên şoreşê dike."

Mêtîng bi diruşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heftenînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA