Dewleta Tirk a dagirker gundekî Qendîlê bombebaran kir

Di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, sê caran navenda gundê Rejuwkeryan ê li Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Qendîlê bombebaran kir
19 cotmeh, 2020   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê di saet 18:00’an de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker piştî demek bi ser asîmanê Binarê Qendîlê firiyan, sê caran navenda gundê Rejuwkeryan a Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên di encama êrişê de çêbûne zanyariyên zelal bi dest neketine.

Çavkanî: Rojnews