‘Divê zext li rejîma Tirk bê kirin da ku dagirkerî, koçberkirin û guhertina demografiyê bi dawî bike’

Rêxistina Mafên Mirovan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bang li NY û Meclisa Ewlehiyê kir ku komîteyeke navneteweyî ya taybet ji bo lêpirsînkirina sûcê koçberkirina bi darê zorê ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li herêmên dagirkirî, ava bike û zextê li dewleta Tirk û çeteyên wê bike da ku bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen, dagirkerî û guhertina demografiyê bi dawî bike.

‘Divê zext li rejîma Tirk bê kirin da ku dagirkerî, koçberkirin û guhertina demografiyê bi dawî bike’
19 cotmeh, 2020   12:53
QAMIŞLO

Îro bi dehan endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê, endamên Meclisa Edaletê ya Jinan û endamên Rêxistina Sara li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî  (NY) ya li bajarê Qamişloyê kom bûn û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û koçberkirina bi darê zorê, şermezar kirin.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cûma daxwaznameyek xwend. Bendên daxwaznameyê îşaret bi darizandina rejîma Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li ser sûcên ku li dijî Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hesabxwestina ji dewleta Tirk li ser sûcên koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê ku dikevin asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê, hate kirin.

Piştre daxwazname pêşkêşî nûnerê Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê hat kirin.

Di daxwaznameya Rêxistina Mafên Mirovan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan de ev daxwaz ji NY û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê hatin kirin:

- Komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ku lêpirsîna sûcên koçberkirina bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî) dike, bê avakirin.

- Rejîma Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li ser sûcên li dijî sivîlên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê ku dikevin asta sûcên şer û sûcên dermirovî, bê darizandin.

- Zext li dewleta Tirk û komên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” bê kirin da ku bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen û guhertina demografiya herêmên dagirkirî ku şêniyên wê tên koçberkirin, rawestîne.

- Vegera şêniyên herêmên dagirkirî û vegerandina milk, mal û erdên wan bê mîsogerkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sP3Pr6OGnTE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>