SOHR: Dewleta Tirk hêzên xwe ji nuqteyên dorpêçkirî dikişîne

SOHR’ê ragihand ku dewleta Tirk amadekariya vekişînê ji hemû nuqteyên xwe yên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin, dike.

SOHR: Dewleta Tirk hêzên xwe ji nuqteyên dorpêçkirî dikişîne
19 cotmeh, 2020   12:33
NNAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker li gorî lihevkirina Rûsya-Tirkiyê, amadekariyên vekişandina hêzên xwe ji nuqteyên xwe yên li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de li gundewarên Hema û Idlibê dike.

Li gorî SOHR`ê, dewleta Tirk a dagirker vekişandina hemû alav û amûrên leşkerî yên li Mork û Şêr Mixar ên li gundewarên bakur û rojavayê Hemayê, Serman, Til Toqan, Ternebê, Merdîx, Maar Hetat û nuqteyek li rojhilata Seraqibê ya li gundewarên rojhilatê Idlibê berdewam dike, li gel agahiyên der barê vekişîna wê ji gundewarên Helebê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de.