Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqa û Tebqayê çalakî li dar xistin

Partiya Pêşeojê ya Sûriyê li Reqayê têkildarî planên osmaniyan û dewleta Tirk palneke li dar xist û li Tebqayê jî bi meşekê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqa û Tebqayê çalakî li dar xistin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqa û Tebqayê çalakî li dar xistin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqa û Tebqayê çalakî li dar xistin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqa û Tebqayê çalakî li dar xistin
19 cotmeh, 2020   13:29
REQA

Bi dirûşma “Tîmayên firehkirinê yên osmanî ber bi ku derê ve diçin?” Partiya Pêşerojê ya Sûriyê panelek li bajarokê Cedîdat li rojhilatê gundewarê Reqayê li dar xist.

Panel avahiya Meclisa Gel a bajarokê Cedîdat hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên rojhilatê gundewarê Reqayê endamên saziyên sivîl û rûspiyên êlên herêmê tev li panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqayê Zelîxa Ebdî axivî û komkujiyên dewleta Osmanî yên li dijî gelên herêmê û yên ku heta vê kêliyê berdewam in bi bîr xistin.

Zelîxe destnîşan kir ku li hemberî timayên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê, hevgirtina gelê Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pêwîst dike.

Di panelê de şêniyên beşdar, spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir, ên ku wan ji osmaniya nû û çeteyên DAIŞ`ê xilas kirin û piştrat kirin ku dê li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin.

TEBQA

Li Tebqaê bi dirûşma “Tunekirina dagirkeriyê têkoşîna ji bo aştiyê”, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqa bi armanca bîranîna şehîd Hevrîn Xelef meşek orgenîze kir. Di meşê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sûcdaran darizînin.

Meş ji ber avahiya Rêveberiya Jinan a li taxa Duyem a bajarê Tebqayê destpê kir û li ber parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Sêyem a bajêr bi dawî bû. Şêniyan wêneyên şehîd Hevrîn, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û alên QSD`ê hildan.

Piştî bidawîbûna meşê, şêniyan gelek dar li parka Şehîd Hevrîn de çand û sloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSD`ê berz kirin.

(şx)

ANHA