Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîlê: Peymanên aştiyê dê dewam bikin

Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîlê Elî Cohen got heta ku Joe Biden di hilbijartinên Amerîkayê de bi ser bikeve jî dê peymanên aştiyê û têkiliyên bi dewletên Kendava Erebî û dewletên Afrîkayê re dewam bikin.

Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîlê: Peymanên aştiyê dê dewam bikin
19 cotmeh, 2020   12:14
XEZA

Elî Cohen got dibe ku Sûdan biryara peymana bi Îsraîlê re bide û pêşbîn kir ku gelek dewletên din ên herêmê jî peymanên wiha bi Îsraîlê re mohr bikin.

Dezgehên çapemeniyê  yên Fîlistînê li gorî daxuyaniyên Cohen ji radyoyê re parve kirine, ragihand ku têkiliyên Cohen bi hin dewletên Ereban û Afrîkayê û Sûdanê re hene.

Cohen di dewama axaftina xwe de got ew bi hêvî ne ku dewletên din ên bakurê Afrîkayê û Kendavê peymanên wiha bi wan re îmze bikin û wiha dewam kir: “Ew welat dizanin ku dijminê wan Îran e, ne Îsraîl e. Peymanên bi Îsraîlê re dê derfetên wan ên aboriyê baş bikin.”

Qralê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman jî da zanîn ku Îsraîl û Siûdî xwedî berjewendiyên hevbeş in û dijminê wan jî yek e, ew jî Îran e.

(eh)