Meclisa Jinan li Helebê semînerek li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê li bajarê Helebê semînerek têkildarî mijara jin û olê organîze kir.

Meclisa Jinan li Helebê semînerek li dar xist
19 cotmeh, 2020   12:12
HELEB

Semîner li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi tevlêbûna gelek jinan û nûnerên jin ên taxa Şêxmeqsûdê li dar ket.

Di semînerê de endama Meclisa Jinan a Sûriyê Rewa Xêr Bakîr axivî. Rewa di berdewama semînerê de, rewşa jinan di dema pêxember û belavkirina olan de bi taybet ola îslamê, şîrove kir û got: “Berovajî ku tê gotin, di encama fetwayên şaş ên oldaran de rastî azaran hatine.“

Rewa behsa pêvajoyên heyî yên ku jin li Sûriyê tê re derbas dibin, kir û got: “Di vê aloziyê de jin bûn qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê. Lê di heman demê de piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn xilasker û jêdera şoreşa fikrî.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdaran nîqaş kirin. Her wiha wan jî nêrînên xwe girêdayî derfeta guhertina têgehên şaş ên di civakê de û rêbazên guhertina wê ji bo ku bigihêjin civakeke demokratîk û azad li ser bingeha hevbeşiyê parve kirin.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen ji ANHA`yê re axivî û got: “Armanca me ya yekemîn jî lidarxistina mîna semîneran, ew e ku rewabûna mafên jinan û parastina wê ji çewisandinê piştrast bikin. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên herî zêde êrişî jinan kirine.”

Heyfa destnîşan kir ku divê kêmasiyên di kevenşopan de derbas bikin da ku ji hêla dijminan ve mîna çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwe li paş pardeya ola îslamê veşartin, neyên bikaranîn.

(şx)

ANHA