Li Belarûsyayê bi deh hezaran kes daketin kolanan

Li Belarûsyayê bi deh hezaran kes li dijî serok Aleksander Lukaşenko daketin kolanan. Hêzên hikumetê jî zêdetirî 200 xwepêşandêr destgîr kirin.

Li Belarûsyayê bi deh hezaran kes daketin kolanan
19 cotmeh, 2020   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser bangewaziya opozîsyona Belarûsyayê, tevî gefên gulereşandina xwepêşadêran jî bi deh hezaran kes li herêmeke sereke ya başûrê paytext Mînskê daketin kolanan.

Xwepêşandêran dirûşmên li dijî serok Aleksander Lukaşenko û polîsên Belarûsyayê berz kirin.

Berdevka Wezareta Karên Hundir a Belarûsyayê Olga Chemodanova ji AFP`ê re piştrast kir ku heta niha zêdetirî 200 xwepêşandêr hatine destgîrkirin ku piraniya wan li Mînskê bûn.

Muxalîfên Belarûsyayê dixwazin ku serok Lukaşenko îstifa bike, çewisandina xwepêşandanan raweste û girtiyên siyasî bên berdan.

Dewletên Ewropayê jî serokatiya Lukaşenko red dikin û gefên ferzkirina cezayan lê xwarin.

(cx)