Li Hema û Idlibê şer gur dibe û artêşa Tirk hêzên xwe li çiyayê Zawiye belav kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li gundewarên başûrê Idlibê û rojavayê Hemayê bi moşekan hev topbaran kirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe bi awayekî zêde li çiyayê Zawiyê belav kirin.

Li Hema û Idlibê şer gur dibe û artêşa Tirk hêzên xwe li çiyayê Zawiye belav kirin
19 cotmeh, 2020   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên dewleta Tirk bi moşekan cihên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li derdora El-Meşerî ya gundewarên rojavayê Hemayê topbaran kirin. Tu agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Di heman çarçoveyê de, hêzên hikumetê deverên li bajarok û gundên çiyayê Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hejmareke zêde ya hêzên xwe li Zawiyê belav kirin û karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker di deriyê sînor ê Kefer Losîn re derbasî herêma Cozif a çiyayê Zawiyê bûye.