Meclisa Jinan ji şandeya Swêdê xwest komîteyeke şopandina binpêkirinan bê avakirin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şandeya nûnerên Wezareta Karên Derve ya Swêdê xwest ku komîteyek ji bo şopandin û belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê ava bike û hesabê jê bixwaze.

Meclisa Jinan ji şandeya Swêdê xwest komîteyeke şopandina binpêkirinan bê avakirin
19 cotmeh, 2020   11:20
QAMIŞLO

Şandeya Wezareta Karên Derve ya Swêdê ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, hevdîtin û civînên bi saziyên Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Sivîl re dewam dike. Piştî ku duh şandeyê serdana kampên koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê kiribû, vê sibehê şandeya Swêdê bi nûnerên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Roja Şemiyê şandeyeke Swêdê ya payebilind di deriyê Sêmalka re gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji nûnerê Wezareta Karên Derve ya Siwêdê yê taybet bi doza Sûriyê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan a wezaretê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn pêk tê.

Nûnerên Swêdê li navenda Meclisa Jinan a li bajarê Qamişloyê bi endamên Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Stêrk Qasim, Sîham Emoke, Corcêt Bersomo û Bêrîvan Feqa re civiyan.

Ev cara duyemîn e ku şandeyeke Swêdê bi saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive, piştî ku sala borî di 18`ê Hezîranê de jî serdana herêmê kiribû û bi Kongreya Star re civiyabû. Her du aliyan tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan di aliyên rêveberiyê, siyasî û leşkerî de nîqaş kir.

Di destpêka civînê de endamên Meclisa Jinan şandeya Siwêdê pêşwazî kir. Piştre serokê şandeyê Bear Ornius îşaret bi rola mezin a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina mafên xwe de, rola jinan di ragihandina rewşa herêmê ji civaka navneteweyî re û fedakariyên jinan ên ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, kir. Civîna her du aliyan ku ji çapemeniyê re girtî bû û zêdetirî saetekê dewam kir.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Emoke behsa xalên sereke ku her du aliyan nîqaş kirine, kir û got: “Mijara azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî azarên ku jin ji ber binpêkirinên artêaş Tirk a dagirker û çeteyên wê dikişinin, hat nîqaşkirin. Her wiha behsa azarên gelên herêmê ku bi darê zorê hatine koçberkirin û niha li kampan dimînin, girîngiya vegerandina wan koçberan ji herêmên wan re û destekdayîna jinan, hat kirin.”

Sîham wiha domand: “Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkhateyên wê, rêbazên hevkariyê ji bo gihandina dengê jinan ji civaka navneteweyî re, hatin nîqaşkirin. Me navên hin rêxistinên ku dê di pêşerojê de piştgiriyê bidin herêmê û bidin jinan, bi dest xist û me ji şandeyê xwest ku ji bo lêpirsîna sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hesabxwestina ji sûcdaran, komîteyek bê avakirin.”

Li gorî rayedarên protokolê yên bi şandeyê Swêdê re hatine, tê payîn ku nûnerên Swêdê di saetên pêş de bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk re bicivin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XEocI1odGJc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>