Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker

Îro polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk li navçeya Dirbêsiyê dewriya 31`an a hevbeş pêk anî.

Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker
19 cotmeh, 2020   10:44
HESEKÊ

Li ser esasê peymana Soçiyê, polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk hîn jî li gundewarên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyan bi rê ve dibin. 

Dewriye ji gundê Şirikê yê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê girêdayî Zirganê, gundên Qeyrewan, Kurkundê, Qinêtira, Qermaniyê ve çû û careke din dê li nuqteya destpêkê ya gundê Şirikê vegere.

Dewriye ji 4 panzêran her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

(eh)

ANHA