Komîna Fîlman a Rojava li gundên Kobanê fîlman nîşan dide

Sînemagerên Komîna Fîlman a Rojava berhemên xwe yên sînemayê li gundewarên kantona Kobanê didin pêşandan.

Komîna Fîlman a Rojava li gundên Kobanê fîlman nîşan dide
19 cotmeh, 2020   10:16
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Pêşketinên siyasî, leşkerî û civakî li Sûriyê bandorê li milyonan welatiyên Sûriyê yên li hundir û derve dikin. Bi wê yekê re bi sedan çîrokên kuştin, revandin, koçberkirin û berxwedanê derdikevin holê. Dezgehên çapemeniyê û komên sînemayê hewl didin balê bikişînin ser wan bûyeran û ji cîhanê re ragihînin.

Tîmeke sînemagerên herêmî yên kantona Kobanê hewl didin bûyerên trajedîk û dîrokî yên tijî destkeftî û serkeftin, bi rêya berhemên xwe nîşan bidin.

Komîna Fîlman a Rojava ku di Havîna 2018`an de li bajarê Kobanê hate vekirin, di kêmtirî 2 salan de 6 kurtefîlm amade kirin. Amadekarên kurtefîlman ên komînê vê yekê wek gava wan a destpêkê di cîhana sînemayê de bi nav dikin.

Tîma sînemageran li kêleka kurtefîlmên li ser kevneşopên civakî, kurtefîlmên girêdayî rola jinan di şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û fîlmên girêdayî azarên ji ber şerê li herêmên cuda yên Rojava çêkirin.

Komîna Fîlman a Rojava ji 11`ê Cotmehê ve berhemên xwe yên ku li taxên Kobanê û gundên wê hatine kişandin, li gundên Eyn Bet, Elîşar û Xerbîsan ên kantonê û navçeya Qenayê nîşan dan.

Endama komînê Dîlara Demir dibêje ku ew hewl didin berhemên xwe yên di çend mehên borî de  amade kirine, bi gundiyên Ereb û Kurd re parve bikin. Her wiha diyar kir ku ew fîlmên girêdayî rewşa herêmê nîşan didin.

Endamên tîma komînê senaryoyên fîlman bi xwe amade dikin û çîrokên li ser koçber û qurbaniyên şerê Sûriyê, amade dikin.

Tevî rewşên trajedîk ku gelê Kurd di serdemên berê tê re derbas bûye jî, sînemagerên Kurd û di serî de Yilmaz Guney û Xelîl Dag di rewşeke dijwar de fîlmên girêdayî berxwedana gelê Kurd û têkoşîna li dijî zordariya dagirkerên Kurdistanê amade kirin, wekî mîna fîlma “Rê” ya Yilmaz Guney ku 6 xelatên cîhanî bi dest xistine.

(şx)

ANHA