Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê toreke sextekirina belgeyan girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê komeke kesên ku belgeyan li gelek saziyên li Sûriyê û Lubnanê sexte dikin, girt û alavên sextekirinê desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê toreke sextekirina belgeyan girt
19 cotmeh, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku endamên Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Reqayê, duh toreke sextekirina belgeyan girt.

Navendê destnîşan kir ku wan kesan belge û kaxizên li gelek saziyên fermî yên Sûriye û Lubnanê, sexte dikirin.

Her wiha diyar kir ku 143 mohrên girêdayî saziyên fermî yên Sûriye û Lubnanê, alaveke çapkirinê, nasname, kaxiz, bawername û nasnameyên sextekirî desteser kirine.

Di lêpirsînê de, endamên komê li xwe mikur hatin û li ser wê yekê ji bo Komîteya Îdia û Lêpirsînê hatin veguhastin.

(cx)

ANHA