Kongreya Star amadekariyên lidarxistina kongreya 8’an dike

Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya 8’an dike. Kongrê wê bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bikin û şoreşa jinê misoger bikin" were lidarxistin.

Kongreya Star amadekariyên lidarxistina kongreya 8’an dike
19 cotmeh, 2020   08:11
QAMIŞLO-KELSOME ELÎ

Bi armanca nîqaşkirina rêbazên pêşxistina rêxistinkirina Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwegihandina tevahî jinan, da ku astengiyên li beramberî jinan di civakê de bên derbaskirin, Kongreya Star dê kongreya xwe ya 8’an li kantona Qamişlo li dar bixe.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan amadekarî û dîroka lidarxistina kongreyê û bernameya wê eşkere kirin.

Daliya Henan bi bîr xist ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansên Kongreya Star hatin lidarxistin. Di konferansan de nîqaş û nêrînên delegeyan hatin gundarkirin da ku bi biryarên girîng ku bikeve xizmeta jinan encam bide.

Daliya got: "Piştî rêzekonferansan, niha em amadekariyên lidarxistina kongreya 8'an li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Da ku tê de encamên herî girîng ji bo tevahî jinan derkevin."

Der barê bernameya kongreyê de, Daliya Henan îşaret pê kir ku piştî axaftinên mêvanan dê rapora xebatên Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 2 salên borî were xwendin û nîqaşa li ser wê were kirin, her wiha pêşniyarên delegeyan wê werin guhdarkirin da ku bigihîjin encam û biryarên baş.

Daliya Henan wiha got: "Konferans û kongereyên ku me berê li dar xistibûn, bi biryarên girîng têkildarî çawaniya firehkirina asta xebat Kongreya Star û bandora wê li ser tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn bi encam dibûn. Ji lew re hedefa me ji kongreya 8’an dayîna biryarên girîng ên ji bo rêxistinkirina sazûmaniya Kongreya Star di civakê de ye. Da ku tevahî astengiyên li pêşberî me çareser bike."

Daliya Henan da diyar kir ku dê di vê kongreyê de behsa dosyaya kiryar û sûcên li dijî jinên Sûriyê bi giştî û bi taybet sûcên li herêmên dagirkirî bê kirin. Da ku biryarên girîng bên dayîn ku karibe ji sûcan re bibin bersiv.

Girêdayî dema li darxistina kongreya 8’an û beşdaran, Daliya Henan da zanîn ku dê xebatên kongreyê sêşema bê di 20’ê Cotmehê de dest pê bikin û 300 delege ji herêmên Efrîn, Firat û Cizîrê hebin û mêvan jî ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan wiha bi dawî kir: "Em hêvî dikin ku kongreya me bibe gaveke serkeftî ji çalakiyên jinan û rêgeza demokrasiyê di mejiya tevahî jinên civakê de bisepînin. "

(fr)

ANHA