Li Idlibê di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên din de şer qewimî

Di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û hin komên din ên çete de ku tê tehmînkirin girêdayî çeteyên Hiras El-Dîn in, şerek qewimî.

Li Idlibê di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên din de şer qewimî
19 cotmeh, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Tehrîr El-Şam zêdetirî 25 çeteyên Hiras El-Dîn li bajarê Idlib û bajarokê El-Fûa yê gundewarên başûrê Idlibê girtin.

Piştî vê yekê komeke çekdar a nenas êrişî navenda çeteyên Tehrîr El-Şam li bajarê Idlibê kir. Di encamê de  şerekî dijwar di navbera her du aliyan de çêbû.

Dewleta Tirk bi destê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) bajarê Idlibê dagir kiriye.