Paşinyan: Dewleta Tirk hewl dide xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan armancên bingehîn ên mudaxeleya dewleta Tirk di şerê li Qerebaxê de eşkere kirin û got ew hewl dide xetên gazên yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike.

Paşinyan: Dewleta Tirk hewl dide xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike
19 cotmeh, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan piştrast kir ku dewleta Tirk bi armanca kontrolkirina xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve mudaxeleyî şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de kir, ne ku mîna îdia dike ku ji bo ku axa Azerbêcanê rizgar bike.

Li gorî Nîkole Paşinyan derfeta dawîn sala 2011`an bû û got: "Wê salê lûtkeya Rûsya, Azerbêcan û Ermenistanê li dar ket û bê encam ji bo diyarkirina rewşa qanûnî ya Qerebaxê bi dawî bû."

(şx)