Mistefa Kazimî ji Fransayê dest bi gera xwe ya Ewropayê kir

Duh bi şev serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihaşt paytexta Fransayê Parisê û dê piştre serdana Almanya û Brîtanyayê bike.

Mistefa Kazimî ji Fransayê dest bi gera xwe ya Ewropayê kir
19 cotmeh, 2020   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Iraqê ku agahiyên xwe dispêre Nivîsgeha Çapemeniyê  ya Serokwezîriyê ragihand ku serokwezîr Mistefa Kazimî ber bi paytexta Fransayê Parîsê ve çû. Kazimî dê li Ewropayê serdana Brîtanya û Almanyayê jî bike.

Mistefa Kazimî bi şandeyeke hikumetê re dê serdana welatên Ewropayê bike.

Serokwezîr dê bi rayedarên van welatên navborî re bicive û behsa geşedanên têkiliyên dualî, awayê xurtkirina hevkariya bi Iraqê re, nexasim di qada aborî, ewlehî û tenduristiyê de û derxistina navê Iraqê ji lîsteya dewletên xeternak a Yekitiya Ewropayê.

Di meha Îlona derbasbûyî de serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Iraqê kiribû.

(eh)