Projeya çareserkirina pirsgirêka gilêşê dest pê kir

Ji bo çareserkirina pirsgirêka gilêşxaneya bajarê Qamişlo, Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Desteya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi projeyekê berfireh kir. Proje dê li ser sê beşan pêk bê.

Projeya çareserkirina pirsgirêka gilêşê dest pê kir
Projeya çareserkirina pirsgirêka gilêşê dest pê kir
Projeya çareserkirina pirsgirêka gilêşê dest pê kir
Projeya çareserkirina pirsgirêka gilêşê dest pê kir
19 cotmeh, 2020   04:09
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Beriya demekê li gundê Navkurê yê girêdayî Qamişlo agir bi gilêşê ketibû û ji ber agir bêhna genî û dûman bi ser bajarê Qamişlo ket. Şêniyên bajarê Qamişlo jî nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê nîşan dabûn.

Ji bo gişlêxaneya gundê Navkurê yê bajarê Qamişlo û çareserkirina vê prisgirêkê, Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Desteya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi projeyeke nû kir.

Proje li ser sê beşan pêk tê. Di beşê duyem ê projeye de, ji bo xelasbûna ji gilêşê bi awayekî tenduristî da ku xweza jê bandor nebe, dê cihekî taybet bê veqetandin. Cihê ku hatiye veqetandin 150 hezar m2 e û nêzî 90 km dûrî bajarê Qamişlo ye.

Têkildarî projeye, endamê Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Desteya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê endezyar Beşîr Elî ji ANHA'yê re axivî.

Elî da zanîn ku di 5`ê Cotmehê de dest bi projeyê kirine û got: "Armanca me ji vê projeyê çareserkirina pirsgirêka gilêşê ye, rêgirtina li ber belavbûna gilêşê li hin herêman e û xilaskirina herêmê ji gilêşê ye ku zirarê digihîne zindiyan.”

QONAXÊN PROJEYÊ

Elî diyar kir ku proje li ser sê beşan pêk tê û got: "Di beşe yekemîn de stasyonên veguhestina gilêşê tên avakirin. Dê gilêş bi awayekî demkî li wan stasyonan bê komkirin. Dê erebeyên biçûka ên Şaredariyê gilêşa li bajêr bibin stasyonan û piştre bi erebeyên mezin bibin cihên ku ji bo gilêşê hatine veqetandin da ku bi awayekî tenduristî bên tunekirin."

Her wiha Elî da zanîn ku ew niha li bajarê Qamişlo stasyona yekem ava dikin û wiha domand: "Em ê 2 stasyonên din li Amûdê û Dêrikê ava bikin.”

Elî daxuyand ku di beşê duyem ê projeyê de ji bo tunekirina gilêşê bi awayekî tenduristî dê cihekî veqetînin û wiha berdewam kir: “Ew cih dûrî gundê Xizeylê ya girêdayî navçeya Til Hemîsê ye û 90 km dûrî bajarê Qamişlo ye. Ew cih dûrî cihên şîniyan û çavkaniyên avê ye.”

Endamê Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Destya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê endezyar Beşîr Elî diyar kir ku rûbera wê cihî 150 hezar m2 û wiha pê de çû: “Di beşê dawî yê projeyê de, dê hemû cihên gilêşê yên belavbûyî li herêmê bên rakirin, ku yek ji wan cihê li gundê Navkurê yê girêdayî bajarê Qamişlo ye.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_9Tw6iRNBgo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>