Leşkerên Tirk li Girê Spî sivîlek qetil kir

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî sivîlek qetil kir.

Leşkerên Tirk li Girê Spî sivîlek qetil kir
18 cotmeh, 2020   19:59
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li nêzî rêya M4 ya gundewarê Girê Spî gule li şêniyê bi navê Mihemed Xelef Silêman (36) reşand.

Şêniyan, Mihemed rakirin nexwşxaneya Şehîd Umer Elûş, lê ji ber birîna wê ya giran a di sîngê de jiyana xwe ji dest da.

Şahidên bûyerê destnîşan kir ku Mihemed Xelef Silêman dema ku pezê xwe li gundê Tirwaziyê yê kantona Girê Spî diçêrand ji aliyê leşkerên artêşa Tirk  ve hate gulebarankirin.

Li gorî şêniyan, Mihemed Xelef Silêman koçberek ji bajarê Himsê ye û li gundê Selhebiyê yê dikeve rojavayê Reqayê, ji bo çêrandina pez li gundê Tirwaziyê dima.

ANHA