Hejmara pêketiyên koronavîrusê li cîhanê 40 milyon derbas kir

Piştî ku 189 dewletan ragihand ku di rojekê de zêdetirî 400 hezar kesên din bi vîrusa koronayê ketine, hejmara kesên li cîhanê bi vîrusê ketine, 40 milyon kes derbas kir.

Hejmara pêketiyên koronavîrusê li cîhanê 40 milyon derbas kir
19 cotmeh, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li 189 dewletan di rojekê de zêdetirî 400 hezar kes bi koronayê ketin. Li welatên Ewropayê jî vîrus pir bi lez belav dibe û di 24 saetên dawîn de 32 hezar û 427 kes bi koronayê (Covid-19) ketin.

Hindistan di rêza duyemîn de tê ku lê 7,5 milyon kes bi vîrusê ketin. Hindistanê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 61 hezar û 871 hezar kesên din bi vîrusê ketin û hezar û 33 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li Brezîlyayê jî 5,11 milyon kes bi vîrusê ketine û 153 hezar û 690 kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Li Rûsyayê jî 1,4 milyon kes pê ketine.

Duh li Brîtanyayê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 16 hezar û 171 kesî. Li Almanyayê jî duh 7 hezar û 695 kes bi vîrusê ketin.

Dewletên herî zêde vîrusa koronayê lê belav e; Fransa, Brîtanya, Rûsya, Hollanda û Spanya ne. Di Kanûna 2019`an de li Wuhanê ya Çînê vîrusa koronayê belav bû û piştre li 210 welatên cîhanê belav bû.

Spanya jî radeya 5`an a cîhanê de ye ku hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 982 hezar û 723 kesan. Fransayê jî di radeya 8`an de tê ku 876 hezar û 197 hezar welatiyên wê bi vîrusê ketine. Li Brîtanyayê 705 hezar û 428 kes bi vîrusê ketine û bi vê yekê dikeve radeya 11`an a cîhanê.

 (eh)