Bertekên li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê zêde dibin

Meclisa Guhbel û Zorava ya herêma Şengalê û Yekitiya Êzidiyên li Efrînê bi du daxuyaniyên peymana di navbera hikumeta Bexdayê û herêmê Başûrê Kurdistanê hatiye morhkirin, şermezar kirin û banga rêzdayîna ji gelê Êzidî re kirin.

Bertekên li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê zêde dibin
18 cotmeh, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

9`ê Cotmehê hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê têkildarî birêvebirin û parastina Şengalê peymanek îmze kirin û tê de biryara vegera pêşmergeyên Kurdistanê li Şengalê dan. Pêşmergeyan dema çeteyên DAIŞ`ê êrişên Şengalê kirin, ji herêmê reviyan û parastina gelê Şengalê nekirin.

Civaka Êzidî li tevahiya cîhanê ev peyman red kirin û wekî destwerdana li îradeya wan binav kirin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Guhbel û Zorafa ya Şengalê û Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê du daxuyaniyên cuda dan û tê de peymana hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê îmze kirine, şermezar kirin.

ꞌPEYMANÊN XIZMETA GELÊ ÊZIDÎ NAKIN, EM WAN RED DIKINꞌ

Endamê Meclisa Guhbel Silêman Mîrzo daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Guhbel xwendin û di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin:"Piştî pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê dev ji Şengalê berdan, çeteyên DAIŞ`ê êrişî me kirin û xwestin me qir bikin. Ji ber vê em peymanên xizmeta gelê Êzidî neke, red dikin û divê gelê Şengalê aliyekî van diyalogan bin."

Di dawiya daxuyaniyê de em bang li şêniyên Şengalê hate kirin bê deng nemînin û daxwaza mafên xwe bikin.

ꞌEM BI GELÊ XWE YÊ ŞENGALÊ RE NEꞌ

Di heman çavçoveyê de, bi dehan şêniyên kampa Berxwedan û endamên Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê li qada kampa Berxwedan a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Endama Yekitiya Jinên Êzidî Eyşê Seydo daxuyaniya bi zimanê erebî xwend û bi zimanê kurdî jî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Êzidî Mîdya Cindo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala 2014`an bi deh hezaran leşkerên Iraqê û 12 hezaran pêşmergeyan ji bo parastina Şengalê li herêmê bûn, lê dema çeteyên terorîst êrişî gelê êzidî kirin, wan parastina herêmê nekirin, berevajî vê Şengal di nava pencên DAIŞ`a  terorîst de hîştin û wiha hate gotin: "Di encamê de, qirkiriin pêk hat. 60  hezar jin revandin û li bazaran firotin, bi deh hezaran zarok revadin û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e, li pêşiya çavên cîhanê û hêzên cîhanî û herêmî cihên pîroz rûxandin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola YPG û YPJ`ê ji bo kesên ku ji fermanê xelas bûne hate kirin û hate gotin: "Kesên ji ber hovîtiya çeteyan berê xwe dan çiyayan, zor û zehmetî dîtin, bi sedan ji tîna şehîd bûn. Heke YPG û YPJ`ê destwerdan nekiribûna dê kesên din jî gihaştibûna asta şehadetê, lê hêzên YPG`ê û YPJ`ê korîdor vekirin, sivîl derbasî Rojava kirin û di vê rêyê de 418 şehîd dan."

Di dawiya daxuyaniyê de, Yekitiya Êzidiyan piştgiriya xwe ji bo gelê Şengalê anîn ziman û hevpeymana di navbera hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê ve re kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1VcPYXFSXVE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>