Dewleta Tirk beşek din ji çeteyan şandin Azerbeycanê

Tevî bangên agirbestê ji bo herêma Qerebaxê tê kirin, dewleta Tirk çeteyên sûrî dişîne Azerbeycan.

Dewleta Tirk beşek din ji çeteyan şandin Azerbeycanê
18 cotmeh, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku dewleta Tirk 400 çeteyên din ên sûrî derbasî Azerbeycanê kir.

SOHR`ê da zanîn ku 400 çeteyên ji bo Azerbeycanê  hatine şandin, ji koma Sultan Murad û Hemzat û komên din pêk tê.

Li gorî hejamra SOHR`ê heta vê kêliyê hejmara çeteyên gihaştine Azerbeycanê, herî kêm 2 hezar û 50 çete ne.

 (eh)