Hejmara qurbaniyên di teqîna Efganistanê de zêde bûn

Wezareta Hundirîn a Efganistanê got di encama teqîna erebeyeke bombebarikirî de li bajarokekê li rojavayê Efganistanê zêdetirî 100 birîndar bûn û hatin kuştin.

Hejmara qurbaniyên di teqîna Efganistanê de zêde bûn
18 cotmeh, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li nêzî navenda polîsan li bajarê Firuzkoh li kantona Gor a li rojavayê Efgansitanê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bû.

Wezaretê bi bîr xist ku erebeya bomebarkirî ya ji cureya Toyota Corolla derdora saet di 11:00`an sibeha îro de li nêzî navenda polîsan û nivîsgehên hikumetê yên kar û barên jinan, şehîdan û astengdaran teqiya.

Heta niha tu kes berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

(şx)