NY:  Korona bû sedema xizaniya derdora 115 milyon kes li cîhanê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ji ber bealvbûna koronayê li cîhanê derdora 115 milyon kes xizan bûn.

NY:  Korona bû sedema xizaniya derdora 115 milyon kes li cîhanê
18 cotmeh, 2020   10:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Antonio Guterres di nameya xwe de bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî xizantiyê di 17`ê Cotmehê de behsa xizantiyê kir û got: “Li gorî raporên dawîn, korona dibe sedema xizaniya derdora 115 milyon kes li cîhanê.”

Antonio Guterres di nameya xwe de banga piştgiriyê bi şêniyên xizan re di tevahiya pêvajoyên pandemiya koronayê û piştî wê kir û wiha domand: “Ji bo têkoşîna li hemberî xizantiyê pêwîstiya me bi xebatên cûda hene. Têkoşîna li hemberî pandemiyê jî karekî hevbeş a xurt dixwaze.”

Li gorî Antonio Guterres, jin ên herî zêde rastî xeteriya pandemiyê tên, ji ber ku yên herî zêde rastî karê wan ji destê wan diçe û di nava civakê kêm tê parastin.

Komeleya Giştî ya NY`ê sala 1992`yan 17`ê Cotmehê wek Roja Têkoşîna li dijî xizantiyê diyar kir.

(şx)