Şagirtên Girê Spî qetilkirina hevrêyê xwe Hatim Zêdan şermezar kirin

Şagirtên kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê qetilkirina hevrêyê xwe Hatim Zêdan ji aliyê leşkerên Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Şagirtên Girê Spî qetilkirina hevrêyê xwe Hatim Zêdan şermezar kirin
18 cotmeh, 2020   11:41
EYN ÎSA

Şagirtên dibistana Ismaîl El-Hemed a navçeya Eyn Îsa daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Mihemed Memdûh ve hat xwendin.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de hedefgirtina herêma Eyn Îsa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku bû sedema qetilkirina hevrêyê wan şermezar kirin.

Di daxuyaniya wan de bang li civaka navnetewî hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe yên sekinandina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê rabin û jiyaneke bi ewle ji bo zarokan peyda bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zarok Hatim Zêdan ji şêniyên navçeya Eyn Îsayê ye û di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navçe û gundewarên Eyn Îsayê de, bi giranî birîndar bû û piştre şehîd bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vWRJ-JVEdlU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>