Meclisa Ermeniyan a Hesekê banga têkoşîna li dijî qirkirinê kir

Meclisa Civakî ya Ermeniyan li kantona Hesekê îşaret bi girîngiya bilindkirina asta civakê di hemû qadan de kir, da ku li hemberî siyasetên qirkirinê bisekinin.

Meclisa Ermeniyan a Hesekê banga têkoşîna li dijî qirkirinê kir
18 cotmeh, 2020   10:44
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermeniyan li kantona Hesekê bi dirûşmeya"Em şer naxwazin û ji tevahiya gelan re aştiyê dixwazin" daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de sûcên ku Azerbeycan û hevalbedên wê yên weke artêşa  Tirk li dijî gelê Ermen pêk tînin, hat şermezarkirin.

Endamên Meclisa Civakî ya Ermeniyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên sivîl li bexçeyê Xabûr ê bajarê Hesekê kom bûn. Beşdaran alên gelê Ermen û pankartên bi nivîsên"Na ji qirkirinê re, na ji tundiyê re û erê ji aştiyê re" rakirin.

Daxuyanî bi sê zimanan hate xwendin, bi zimanê ermenî Aşo Bibiryan, bi zimanê kurdî Ermîniya Teteryan û bi zimanê erebî jî Endamê Meclisa Ermeniyan a Herêma Cizîrê Helîm Derbo xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Ermen van rojan komkujiyên demên berê tê bîra wan, li dijî wan qirkirinên etnîkaî û çandî û paşê siyasetên helandinê pêk hatin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku divê tevahiya pêkhate ji Ermen, Ereb, Êzidî, Ereb û Suryaniyan bizanin ku daxuyaniyên di asta şermezarkirinan de, ji van sûcan re nabin bersiv.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Civakî ya Ermeniyan got: "Na ji qirkirina etnîkî re, na ji helandina çandan re, na ji tundiyê re, erê ji zimanê dayikê re, erê ji çandan re û erê ji lêhûrbûna ji dîrokê re bi awayekî cidî."

Di dawiyê de sloganên"Bijî berxwedana gelan" hate berzkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZgGQlZTI5GY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>