Parlamantera HDP`ê: Gelê Tirkiyê temenê  siyasetên Erdogan ên dijminahiyê dide

Parlamantera HDP`ê Serpîl Kemalbay piştrast kir ku şandina dewleta Tirk çeteyan ji bo Azerbeycanê, dê barên madî û mirovî yên gelê Tirkiyê zêdetir bike û got: “Gel temenê siyasetên dijminahiyê yên hikumetê dide.”

Parlamantera HDP`ê: Gelê Tirkiyê temenê  siyasetên Erdogan ên dijminahiyê dide
18 cotmeh, 2020   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay diyar kir ku Sêşemê parlamanteran ji hikumeta Tirkiyê xwest ku mijara şandina çeteyan ji bo Azerbêcanê zelal bikin, lê belê wezîrê Derve yê Tirkiyê tu bersiv nedaye wan.

Hikumeta Tirkiyê daxwaza zelakirinê ya ku parlamanteran HDP`ê pêşkêşî Wezîrê Derve Mewlûd Çawuşoglo kiriye, paşguh dike.

Serpîl Kemalbay wiha got: “Heta niha Çawîşoglo tu bersiv nedaye û em ditirsin ku bersivê nede. Parlamantoya Tirkiyê di qonaxeke herî xerab re derbas dibe, ji lewra dibe ku hikumet bersiva pêşinyarên me nede.”

Serpîl wiha dewam kir: “Gelên Tirkiyê temenê siyasetên dijminahiyê yên hikumetê dide. Lewra em nikarin aştiyeke hundirîn pêk bînin û em di nava gelek aloziyan de ne.”