Parlamenterên Selahedîn komkujiya lij dijî sivîlan şermezar kir

Parlamenterên parêzgeha Selahedîn û hikumeta wê ya herêmî komkujiya ku duh pêk hatî şermezar kir û 72 saet dem ji hikumeta Bexdadê re diyar kir da ku encamên lêpirsînê eşkere bike.

Parlamenterên Selahedîn komkujiya lij dijî sivîlan şermezar kir
18 cotmeh, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê piştî bûyera kuştina ciwanan bi guleyan li herêma Firhaniyê ya li herêma Beled, îro şîn hate ragihand.

Li gorî tora El-Erebiye, parlamenterê parlamantoya Iraqê Musne El-Samiraî 72 saet dem daye hikumetê da ku encamên lêpirsînê ya komkujiya Firhaniyê de eşkere bike. Her wiha gef li hikumetê xwariye ku heke sûcdar negirt, dê banga parastina navneteweyî bike.

Girêdayî heman mijarê, berdevkê serokwezîrê Iraqê Yihya Resûl ragihand ku hêzên Iraqê wê erka xwe pêk bîne û sûcdarên bûyera li herêma Beled a li parêzgeha Selahedîn bigirin.

Lîderê parêzgeha Selahedîn ragihandibû ku termên 9 welatiyên ku bi guleyan li herêmekê di bin kontrola Heşd Şebî de hate kuştin, hatine dîtin.

Hevalbendiya hêzên Iraqê bang li Kazimî kir ku pêwîste rewşa ewlehiyê li herêmên rizgarkirî û pêwîstiya derxistina komên çedar di ber çavan re derbas bike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û gelek fermandarên leşkerî û ewlehiyê vê sibehê gihaştin parêzgeha Selahedîn.

(şx)